Çavusoglu: Amerîka û Rûsyayê sozên xwe bicih neanîn, lê derdê Îranê çi ye?

27 July 2022 15:32 0 dîtin
Çavusoglu: Amerîka û Rûsyayê sozên xwe bicih neanîn, lê derdê Îranê çi ye?

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, di hevpeyvîneke televizyoneke Tirk de, derbarê operasyona muhtemel a ser Rojavayê Kurdistanê û helwesta Tirkiyê û welatên aktorên krîza Sûriyê de daxuyanî dan û li ser dijderketina operasyona Tirkiyê ya welatên Amerîka, Rûsya û Îranê got, herdu welatan sozên xwe bicih neanîn, lê derdê Îranê çi ye?

Çavuşoglu got ku Amerîka û Rûsyayê derbarê derxistina rêxistinên terorê ji herêmê (YPG/HSD/PKK) de sozên xwe bicih ne anîne û diyar kir, "Em hem Federasyona Rûsyayê hem jî Amerîkayê tawanbar dikin. Sozên xwe bicih neanîn.”

Wezîrê Tirk di berdewamê rêkeftinên 2019an ên Enqere û Soçiyê bi bîr xist û got: “Me sala 2019an 5 rojan gotûbêj bi Amerîkayê re kir. Bi Rûsyayê re li Soçiyê me rêkeftin kir. Di herdu rêkeftinan de jî paqijkirina terorê ji herêmê hebû. Çawa ku qet mudaxele nekirin, li hin herêman bi rûsan re dewriyeyan dikin. Li bakurê rojhilat jî Amerîka piştevaniya çekan dewam dike. Hûn çima ewqas destekê din vê rêxistina terorê? Divê Amerîka vê rave bike.”

Çavuşoglu îdia kir ku hem Rûsya hem jî Amerîka dixwazin Sûriyê parçe bikin û herdu alî jî PKK/YPGê bikar tînin.

Herwiha Çavuşoglu ji bo helwesta Îranê jî got, “Derdê Îranê çi ye? Baskên rêxistina terorê, li Tirkiye PKK, li Îranê PJAK e û li Sûriyê jî YPG, PYD, PKK ye. Heman tişt in. Li vê derê şîroveyên cuda ji bo wan dikin. Me berê ji bo paqijkirina wan bi Îranê re hevdîtin dikirin.”