Ji Mistefa Balî hisyariya Kobanî: Amerîka û Rûsyayê sozên ku dan bicih neanîn

17 November 2019 23:40 0 dîtin
Ji Mistefa Balî hisyariya Kobanî: Amerîka û Rûsyayê sozên ku dan bicih neanîn

PeyamaKurd – Berdevkê Ragihandinê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mustefa Balî ji Rojava Information Center (RojavaIC) re ragihand, “Rûsyayê ji bo Efrînê soz dabû, lê Efrîn firot Tirkiyê. Amerîkayê jî ji bo Rojhilatê Firatê soz dabû û ji bo dagirkirina Girêspî û Serêkaniyê roniya kesk ji Tirkiyê re vêxist.”

Mustefa Balî li ser sozên bo wan hatine dayîn û metirsiya berdewam a ser Kobaniyê jî wiha axivî:

“Niha halêhazir em û hevpeymaniyê bi hev re karê hevbeş dikin. Li milê Rojhilatê Firatê hêzên Amerîka derketin û niha hêzên Rûsya û rejîmê li wir belav bûne. Rojane gefên Tirkiyê dewam dikin, bi taybet jî li ser Kobaniyê. Rewş gelekî metirsîdar e. Kobanî bû sembola destpêkirina şerê DAIŞê û têkbirina wê. Tirkiye dixwaze wê semboliyê bişkîne.”

Balî bal kişand ser ku sozên Rûsya û Amerîkayê ne cihê baweriyê ne û got, “Amerîka û Rûsyayê ji bo parastina Kobaniyê soz dane, lê ev ne cihê baweriyê ye. Çunkî Rûsyayê berê li Efrînê jî soz dabû. Lê Efrîn firotin Tirkiyê. Berê Amerîka û hevpeymaniyê ji bo Rojhilatê Firatê soz dabûn. Lê sozê xwe xwarin û roniya kesk ji bo Tirkiyê vêxistin ku Serêkaniyê û Girêspî dagir bikin. Êdî her çi sozekî bidin, wê bere bîra me. Mane we li Efrînê jî ew soz dabû. We li Girêspî û Serêkaniyê jî ew soz dabû. Lê we sozên xwe pêk neanîn.”