Mistefa Balî: Amerîka û Rûsya hesabên mayîna dirêj li Sûriyê dikin

26 January 2020 21:40 0 dîtin
Mistefa Balî: Amerîka û Rûsya hesabên mayîna dirêj li Sûriyê dikin

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî got, divê sûde ji ezmûna rêkeftinên berê yên bi serperiştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatine kirin, were girtin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî beşdarî bernameya K24ê bû û derbarê liv û tevgera hêzên Amerîkî û şandina hêzê bo Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku hêzên Amerîka di navbera Rojava û Başûrê de Kurdistanê di nava tevgereke asayî de ne, baregehên hêzên Amerîkî li Qamişlo, Dêrik, Heseke û Dêrazorê hene, normal e pêwîstiya van baregehan bi liv û tevgerê û alavên serbazî û lojistîk hebe, ev liv û tevger jî bi hevahengiya bi HSDê re dibe.

‘Amerîka û Rûsya hesabên mayîna demên dirêj dikin’

Balî got: “Hêzên navdewletî û bi taybet Amerîka û Rûsya hesabên xwe yên mana demên dirêj li Sûriyê hene, ji ber wê jî ew baregehên xwe tundtir dikin.”

Li ser mayîna hêzên Amerîkî li navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî Balî wiha axivî:

“HSD û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hevpeyman in, têkçûna DAIŞê li Dêrazor û hin navçeyên Iraqê jî, nayê wateya ku DAIŞ bidawî bûye. DAIŞ wek îdolojiyeke tundrew her demê dikare xwe birêxistin bike û êrîş bike.”

‘Amerîka û hevpeymanî heta çareseriya siyasî pêk bê, wê bimînin’

Mistefa Balî got: “Heta metirsiyên DAIŞê nemînin, pêwîstî bi çareseriyeke siyasî û sîstemeke demokratîk û planên aboriyê yên demdirêj ji tevahiya Sûriyê heye, ji ber wê jî hêzên Hevpeymanan û hêzên Amerîkî heta çareseriya siyasî pêk tê, dê bimînin.”

Bal bal kişand ser ku li gor zanyariyên HSDê, Nûnerê Taybet ê Amerîka bo Sûriyê James Jeffery dê serdana Rojavayê Kurdistanê bike.

‘Hevdîtinên bi ENKSê re berdewam dikin’

Derbarê destpêşxeriya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, Mistfa Balî wiha bersiv da:

“Hevdîtinên HSDê bi ENKSê re dewam dikin û hewl didin astengiyên hene nehêlin. HSD xwe wek hêzeke gerentîkar pêşkêş dike û di vê çarçovê de HSDê ne tenê ENKS û TEV-DEMê dibîne, belkû partî û saziyên din jî re dike.”

‘Divê li ser ezmûna rêkeftinên berê zemîna baweriyê bê avakirin’

Balî di berdewamê de got, “HSD hêviyê ne tenê di hewldanên James Jeffrey de dibîne, di vê derbarê de rola serokatiya Herêma Kurdistanê û rola birêz Mesûd Barzanî û hemû hêzên Kurdistanî girîng dibîne, ku bikarin roleke erênî bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojava de bibînin.”

Mistefa Balî bal kişand ser rêkeftinên berê yên bi serperiştiya serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatine kirin ku biser neketine û wiha pê de çû:

“Divê bibin ezmûnek û jê sûde bê girtin û encamên serneketina wan bêne lêkolînkirin û bi giyanê berpirsatiyê ve nêzîk bibin û berjewendiyên gelê xwe li ber çav bigirin. Herwiha li ser bingeha wan rêkeftinan jî, zemînên baweriyê bêne avakirin.”