Çavusoglu gef li Fînland û Swêdê xwar: Heger sozên xwe bicih neyînin…
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîneke ligel televizyoneke Tirkiyê de, li ser mijara endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêdê careke din gef xwar û got, heger sozên xwe bicih neyînin, karta vetoyê hê jî li ser masê ye.
Çavuşoglu wiha axivî: Me xwest ev soz bi nivîskî bin û bên îmzekirin. Ev pêvajo destpêkek e. Ew vexwendinek ji bo îmzekirina protokola tevlêbûnê ye. Ya rastî pêvajoya ji niha û şûn de giring e. Eger li parlamenteyê neyê pesendkirin, ev du welat nkarin bibin endamên NATOyê. Eger van sozên xwe bi cih bînin, dê protokola peymanê ji parlamentoyê re bê şandin. Eger sozên xwe bi cih bînin, dê parlamento vê yekê bipejirîne. Karta veto ya sereke niha heye. Divê pabendî belegeyê bin an em dê wan wernegrin NATOyê.”^
Mevlut Çavuşoglu li ser operasyoneke muhtemel a ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî got: “Me gelek caran nerazîbûna xwe li hember alîkariya Amerîkayê ya ji bo YPGê aniye ziman. Mafê Rûsya û Amerîkayê nîne ku tiştekî bibêjin. Bila pêşî sozên xwe bigrin. Em dê navika xwe bixwe bibirin û paqij bikin.”
Li ser mijara firotin û modernîzekirina balafirên F-16 jî Çavuşoglu diyar kir ku di hevdîtinan de atmosfereke erênî heye, têkiliyên me jî hene û em dibînin ku di radestkirina F-16an de tiştekî neyînî xuya nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin