Peyama Fînlandiya ji bo Swêdê: Divê daxwaza endamtiya me ya NATOyê bi hev re were encamdan

03 February 2023 11:10 0 dîtin
Peyama Fînlandiya ji bo Swêdê: Divê daxwaza endamtiya me ya NATOyê bi hev re were encamdan

PeyamaKurd – Geşedanên derbarê pêvajoya endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê de dewam dikin. Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marîn û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson diyar kirin, ewlekariya her du welatan bi hev ve girêdayî ye û ew dixwazin pêvajoya serlêdana endamtiya NATOyê weke ku bi hev re destpê kirine, bi hev re encam bibe.

Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ku li Stockholmê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin, li ser hevdîtinên endamtiya NATOyê axivîn.

"Divê Tirkiye û Macarîstan di zûtirîn demê de serlêdana me qebûl bikin"

Marîn da zanîn, ji bo endamtiya NATOyê bi Swêdê re serlêdan kirine û dixwazin pêvajoyê bi hev re biqedînin û wiha got:

"Em bi hev re dixebitin. Di vê mijarê de her roj di nava têkiliyên nêz de ne. Helbet em dixwazin hem Tirkiye û hem jî Macarîstan di demek herî zû de serlêdana me bipejirînin."

"Ewlekariya Fînlandiya û Swêdê bi hev ve girêdayî ye"

Serokwezîrê Fînlandiyayê Marîn bal kişand ser wê yekê ku ji ber şerê Rûsya û Ûkraynayê rêza ewlehiyê ya li Ewropayê her tim hatiye guhertin û ji ber vê yekê ew dixwazin tevlî NATOyê bibin û wiha got:

"Ewlehiya Fînlanda û Swêdê bi hev ve girêdayî ye. Di berjewendiya hemû hevpeymaniyê de ye ku em bi hev re beşdarî NATOyê bibin. Me fikarên Tirkiye diyar kir, li gorî ku li Madrîdê li hev kirin, çareser kirin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû welatên endamên NATO'yê dê di demek nêz de serlêdana me bipejirînin û Fînlandiya û Swêd dê di lûtkeya Vilnius de bibin hevalbend."