Ji PDKê peyama Soresa Îlonê: Divê em statuya destûrî û yasayî ya Kurdistanê biparêzin
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di salvegera 63yemîn a Şoreşa Îlonê de, hêviya bo proseyeke hilbijartinê ya pak û azad li Herêma Kurdistanê anî ziman.
Polîtburoya PDKê îro 11ê Îlonê bi boneya 63 saliya Şoreşa Îlonê peyamek belav kir.
Di peyama PDKê de hate gotin: “Şoreşa Mezin a Îlonê weke tevgereke siyasî taybet bû, ji ber ku ne tenê siyasî û çekdarî bû, belkû di warê civakî, rewşenbîrî, çandî, perwerdeyî, tenduristî û xwebaweriyê de jî bû.”
PDKê diyar kir: “Wek her car, divê em tekezî li ser rêbaza kûr a Kurdistanî, netewî û partîtiya xwe bikin, bo bihêzkirina hevahengî û gotara siyasî û yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê, bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina qewareya destûrî û yasayî ya Herêmê û destkeftên me.”
Polîtburoya PDKê li ser xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku 20ê Cotmeha 2024an têne lidarxistin jî tekezî li ser proseyeke hilbijartinê ya pak û azad li Herêma Kurdistanê kir.
Di dawiya peyamê de hate gotin: “Em piştevaniya çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de dikin, bi bicihkirina destûr û rêkeftinên siyasî û îdarî, bi taybetî mijara mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin