Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ji ber peyama ‘Soresa Îlonê û Kurdistanê’ ji kar hat avêtin

05 November 2021 15:22 0 dîtin
Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ji ber peyama ‘Soresa Îlonê û Kurdistanê’ ji kar hat avêtin

PeyamaKurd - Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ku li Zanîngeha Firat a Xarpetê (Elezîz) mamostetiyê dike, ji ber peyama xwe ser medya civakî ya ‘Şoreşa Îlonê û wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê’ ji kar hat avêtin. Piştî biryara avêtina ji kar jî Kutum li odeya xwe ya zanîngehê hat binçavkirin. Tê çaverêkirin ku sibe derkeve pêşberî dadgehê.

Demek berê ji ber peyama Kutum ya “Şoreşa Îlonê, wêneyê Mele Mistefa Barzanî û Ala Kurdistanê” rektoriya Zanîngeha Firatê derbarê wî de lêpirsîna ‘propagandaya rêxistina terorê’ dabû destpêkirin û serlêdana sûc ji bo wî hatibû kirin.

Li ser avêtina ji kar Akademisyen Hifzullah Kutum li ser twitterê bertek nîşan da û got, "Ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin."

Herwiha Akademîsyenê Kurd, Hifzullah Kutum li ser twitterê di peyameke xwe de gotiye, piştî vê biryarê li ber odeya wî ya zanîngehê hejmareke kesên ne nas kom bûne û gef lê xwarine:

“Li dibistanê kesên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekar in. Bi kêmanî ne xwendekarên ku ez nas dikim. Li ber deriyê min li bendê ne. Ez tiştekî tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şidetê hebe ez dê mafê xwe yê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.”

Hifzullah Kutum li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dike û roja 14ê Îlona 2021an li ser hesabê xwe yê twitterê ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.