Akademisyen Hifzullah Kutum: Îxrackirina min a ji bo peyva 'Bijî Kurdistan!' ji min re seref e!

05 November 2021 20:12 0 dîtin
Akademisyen Hifzullah Kutum: Îxrackirina min a ji bo peyva 'Bijî Kurdistan!' ji min re seref e!

PeyamaKurd – Akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, îro 5ê Mijdarê ji ber parvekirineke xwe ya li ser medya civakî ku ‘Şoreşa  Îlonê’ pîroz kiribû û gotina ‘Bijî Kurdistan!’ li bin nivîsandibû ji karê xwe yê zanîngehê hat avêtin û piştre jî hat binçavkirin.

Kutum beriya binçavkirinê û avêtina ji kar li ser lêpirsîna lê hatibû vekirin daye xuyakirin ku gotinên wî nabin tawan û îxrackirina wî ya ji bo peyva ‘Bijî Kurdistan!’ jî ji bo wî şeref e.

Akademisyen Hifzullah Kutum 14ê Îlona 2021an li ser hesabê xwe yê twitterê li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû û ji ber vê peyama wî zanîngehê derbarê wî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Kutum îro jî ji ber vê peyamê ji kar hat avêtin û piştre jî hat binçavkirin ku çar li rê ye sibe 6ê Mijdarê derkeve pêşberî dadgehê.

Hifzullah Kutum li ser îxrackirina xwe ji Rûdawê re daye xuyakirin: “Li şûna ku ji sûcek krimînal û ku ji sûcek eybî  lêpirsîn li min were vekirin û ji ber van sûcan  werim îxrackirin, ji tiştek wiha ku ji bo min cihê şanazîyê ye werim îxrackirin, ev ji min re şeref e. Ev şeref jî ne ya min tenê ye ev şeref ya Kurdan û Kurdistanê ye.”

Hifzullah Kutum li ser redkirina îtiraza li ser biryara zanîngehê jî daye xuyakirin, “Îtîraza min li lêpirsînê û cezayê ku li min hatîye birîn e. Yanî dayîna wan ya cezayê herî kêm ji bo min ne qencîyek e ku li min kirine. Ji xwe xirabîya mezin ew e li min kirine ku ji ber vê hincetê li min lêpirsîn vekirine.”

Kutum gotiye, “Ez nafikirim ku paş de gav bavêjim lewra ez ne neheq im.Yanî ez di ferqa nasnameya xwe de me û ev ne sûc e. Anîna ziman ya vê rastîyê ne sûc e. Gotina bijî Kurdistan ne sûc e. Kurdistan bi dîroka xwe, bi erdnîgarîya xwe, bi çanda xwe rasteqînîyek e.”

Hêjayî gotinê ye hiqûqnas jî dibêjin, gotinên Hifzullah Kutum di çarçoveya azadiya derbirina fikr û ramanê de ne û nabe wekî tawan bêne nirxandin û ew were cezakirin.