Parêzer Aktar: Dadgeha Xarpêtê biryara tehlîyekirina Akademisyen Hifzullah Kutum da

10 November 2021 15:07 0 dîtin
Parêzer Aktar: Dadgeha Xarpêtê biryara tehlîyekirina Akademisyen Hifzullah Kutum da

PeyamaKurd – Akademisyenê Kurd Hifzullah Kutum ku ji ber peyamek ligel wêneyê Mele Mistefa Barzanî derbarê ‘Şoreşa Îlonê’ de, li ser medya civakî belav kiribû û pêşî ji kar hatibû avêtin û paşê jî hatibû binçavkirin, îro 10ê Mijdarê li ser îtiraza parêzeran dadgehê biryara berdana wî da.

Parêzer Mehmet Emîn Aktar îro Çarşemê li ser Twitterê ragihand ku miwekîlê wî Hifzullah Kutum ku 6ê Mijdarê hatibû girtin, li ser îtiraza wan ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Xarpêtê (Elezîz) biryara tehlîyekirina wî hatiye dayîn.

Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Beşa Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesabê xwe yê twitterê li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû. Akademîsyenê Kurd, ji ber wê peyama ser medya civakî 6ê Mijdarê ji kar hatibû avêtin û heman rojê hatibû binçavkirin.

Kutum piştî ku derketibû pêş dadgehê jî bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ hatibû girtin û girtina wî ya ji bo bikaranîna peyva ‘Kurdistanê’ û pîrozkirina 'Şoreşa Îlonê' ji aliyê raya giştî ya Kurd ve rastî nerazîbûn û bertekan hatibû.

Akademisyen Hifzullah Kutum: Îxrackirina min a ji bo peyva 'Bijî Kurdistan!' ji min re şeref e!