Dadgehê biryara zîndanîkirina parêzer Firat Epözdemir da
PeyamaKurd – Endamê rêvebiriya baroya Îstenbolê bi sedema propoganda rêxsitina terorê dike û endamê rêxistina terorê ya bi çeke, bi biryara dadgehê hat zîndanîkirin.
Parêzer Fırat Epözdemir, li Ewrûpayê li Strasburgê tevî civîna Parastinên Konseya Ewrûpayê bû, dema dageriya Îstenbolê, li balafigehê bi fermana serdozgeriya Îstenbolê hatibû binçavkirin. Sedem jî goya endamtiya PKKê ye.
Dozgeriya ku îfadên Epözdemir girt, di nivîsa xwe de got îrada xwe teslîmê ya rêxistinê kiriye. Dozgerî her weha di nîvîsa xwe de gotiye ku Epözdemir serokê şaxa Bağcılarê yê HDKê ye û tesbîta wê kirine.
Dema Fırat Epözdemir birin dadgeriyê, nehiştin ku parêzer herin koridora dadgeriyê û serokê baroyê İbrahim Kaboğlu, got ku tiştên dikin neqanûniye û zebtê girtin ku nehiştine herin korîdora dadgeriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin