Serdozgeriya Îstenbolê Endamê rêvebiriya baroya Îstenbolê parêzer Firat Epözdemir xist binçav
PeyamaKurd – Endamê rêvebiriya baroya Îstenbolê parêzer Fırat Epözdemir, di çarçova lêpirsîna PKK/KCKê de, bi sedema têkiliya wî bi rêxistinê re heye, bi fermana serdozgeriya Îstenbolê li balafirgehê xistin binçav.
Li buroya wî û mala wî lêgerîn dewam dike. Li gor serdozgeriyê têkiliya Epözdemir bi Kongra Gel ya Demokratîk (HDK) re heye. Delîlên ku serdozgerî dibêje, serdozgerî ji arşîva PKKê bidest xistiye.
Serdozgerî mijarê dibe heya sala 2015an ku di ser WhatsApp tevî grûba “Diren Cizre” bûye û bi remzên rêxistinê ve wêne kişandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin