Serdozgeriya Îstenbolê ji baroya Îstenbolê re heya 12 salan ceza dixwaze
PeyamaKurd – Serdozgeriya bajarê Îstenbolê bo serokê baroyê û 10 endamên wê yên rêvebir fezleke amade kir û ji bo wan di navbera 3 sal heya 12 salan ceza dixwaze.
Serdozgerî ji bo serokê baroyê İbrahim Kaboğlu û 10 rêvebiran bi sedema ku ‘propoganda terorê’ kirine û ji xelkê re ‘agahiyên şaş dane’ fezleke amade kir. Di fezlekê de, ji 3 salan heya 12 salan ji rêvebirên baroyê re ceza xwestin.
Di 21.12.2024an de, li Sûriyê rojnamevan Nazım Daştan û Cihan Bilgin di êrîşa leşkerên Tirkiyê de hatibûn kuştin. Baro ragihandibû ku her dû kes rojnamevanin û di ser hesabê xwe yê medya civakî de gotibûn ku ‘bila hîqûqa mirovî ya navdewletî’ ji bo wan bicîh bînin.
Li ser daxwuyaniya baroya Îstenbolê, serdozgeriya Îstenbolê gotibû ku her dû kesên hatin kuştin terorîstin û rêvebiriya baroyê piştgiriya terorîstan dike. Lewra di derbarê baroyê de lêpirsînê dabû destpêkirin.
Serodozgerî dosya baroyê şand dadgehê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin