Rêvebiriya CHPê pistî binçavkirina Prof. Ahmet Özer li Îstenbolê dicive

30 October 2024 23:35 0 dîtin
Rêvebiriya CHPê pistî binçavkirina Prof. Ahmet Özer li Îstenbolê dicive

PeyamaKurd – Piştî şaredarê CHPyî yê navça Esenyurt a Îstenbolê Prof. Ahmet Özer ji aliyê polîs de hat binçavkirin, CHP biryarê da ku rêvebiriya xwe ya navendê li Îstenbolê bicivîne.

CHP, temamê parlementerên xwe dawetî Îstenbolê kir û civîna ku wê di kampê de li Antalya bikirina, cîh guhetin û wê li Îstenbolê bêkirin. Cîgirê serokê grûbê yê CHPê Gökhan Günaydın li ser mijarê daxwuyanî da û got:

“Em bang li temamê hemwelatiyên xwe dikin ku xwedî li îrada Esenyurtê, Îstenbolê û Tirkiyê derên.”

Ahmet Özer îro (30.10.2024) serê sibê seet di 06.00an de avêtin ser mala wî û şaredariya Esenyurtê û ew binçavkirin.

Gökhan Günaydın, bangî hemwelatiyan kir ku li ber avahiya Esenyurtê bicivin û weha dewam kir:

“Operasyonekî dikin. Ji şaredariya Esenyurtê destpêdikin heya şaredariya me ya Îstenbolê, li hemberê partiya me CHPê cudakarî dikin, êrîşê îtîbara me dikin, em bi operasyonekî ku di ser hûqûqê de dikin re rû bi rû ne.

Ji milletê me yê qedirbilind re banga me heye. Ji niha û pê de temamê parlementerên me, endamên meclisa me, endamên heyeta dîsîplînê hindik maye werin Îstenbolê. Wê sibê rêvebiriya me ya navendê li Esenyurtê bicive. Wê temamê rêvebirên me li ber avahiya Esenyurtê bin.

Em bangî milletê xwe dikin ku ji îrada xwe re, ya Esenyurtê û Tirkiyê re xwedî derên. Em îznê nadin ku siyasetê ji salonên hûqûqê îdare bikin. Em ê kûmpasên we, di nav destên we de û di hembêza we de biteqînin.

Hun ê bibînin ku ti şaredarekî me yê CHPê bi tenê nîne. Sibê ne tenê li Îstenbolê, li çar aliyê Tirkiyê, li hemberê xespa îrada milletê, em xelkê dawetî çalakiyên kolanan dikin û bang dikin ku mafê xwe yê destûrê bikarbînin. Em ê bi hevre xwedî li îrada milletê xwe derên.”