Rêvebiriya xweser pistî êrîsa ser tîma Rûdawê xebat wan jî qedexe kirin
PeyamaKurd – Rêvebiriya xweser ya Binxetê li deverên di bin kontrola xwe de, xebatên tora medyayê ya Rûdawê qedexe kir. Li gor ragihandina Rûdawê; meclisa rêvebir ya xweser ya bakûr û rojavayê Sûriyê, di 5 ê sibatê de an ku îro daxwuyanî da. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Grûba medyayê ya Rûdawê demekî dirêje di bultenên xwe de dijberiyan bi awayekî zindî digre, dixebite da dezgeyên rêvebiriya xweser reş bike û bi van kiryaran jî zerarê dide civaka heyî.
Heya niha du caran hişyarî hatiye dayîn ji bo Rûdawê lê tevî hişyariyan, li gor daxwaza hatiye kirin, siyaseta weşanê neguhertiye.
Ji ber van egeran, xebat û îznên heya niha me daye Rûdawê, temamê wan hatine betalkirin.”
Biryara qedexeyê, piştî di 2 yê sibatê de, tîma Rûdawê ji aliyê grûbekî de hatibû revandin û li wan eziyet hatibû kirin, hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin