Amerîkayê pistî êrîsa ser santrala Zaporijiya tîma bersivdana atomî çalak kir

04 March 2022 21:16 0 dîtin
Amerîkayê pistî êrîsa ser santrala Zaporijiya tîma bersivdana atomî çalak kir

PeyamaKurd – Amerîkayê piştî bûyera şewatê ku di dema êrîşa Rûsyayê ya bi ser santrala nukleerî ya Zaporijiya ya li Ûkraynayê derket, ‘Tîma Bersivdana Bûyerên Atomî’ çalak kir. Li aliyê din Encûmena Asayîşa Navdewletî ya NY jî li ser êrîşa santrala nukleerî îro 4ê Adarê civîneke lezgîn saz dike.

Wezîra Enerjiyê ya Amerîkayê Jennifer M. Granholm li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew li ser şewata nêzikî santrala nukleerî ya Zaporijiya bi  Wezîrê Enerjiyê yê Ûkraynayê re axivî ye û got, wan biryar daye, `Tîma Bersivdana Bûyerên Atomî` çalak bikin.

Wezîra Amerîkayê herwiha operasyona artêşa Rûsyayê ya li nêzikî santrala nukleerî wekî bê wijdanî şîrove kir û daxwaza rawestandina êrîşan kir.

Jennifer M. Granholm gotiye, “Reaktor bi pêkhateyên bihêz hatine parastin û şewat bi şêweyeke selamet hatiye vemirandin.”

Santrala Zaporijiya ya nukleerî ku elektrîkê dihilberîne santrala nukleerî ya herî mezin e li Ewropayê û êrîşa şeva borî ya bo kontrolkirina wê santralê metirsîyeke mezin çêkir ku dikare bandora xwe ya hilweşîner li tevahiya Ewropayê bike.

Li gorî çavkaniyên Ûkraynî dema êrîşê 3 leşkerên wan hatine kuştin û Artêşa Rûsyayê jî ragihandiye ku santral ketiye bin kontrola wan û niha santral bi awayekî ewle dixebite.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştî şewata santralê û êrîşa artêşa Rûsyayê wekî êrîşeke terorê bi nav kiribû û gotibû, “Ev yekem car e di dîroka mirovahiyê de, dewleteke terorîst, niha serî li terorîzma atomî dide.”