Pistî êrîsa ser Kîevê ji Amerîkayê hisyarî: Bilez ji Ukraynayê derkevin!

10 October 2022 18:06 0 dîtin
Pistî êrîsa ser Kîevê ji Amerîkayê hisyarî: Bilez ji Ukraynayê derkevin!

PeyamaKurd – Piştî êrîşên bi moşekên dûravêj ên Rûsyayê bi ser paytexta Ukrayna Kîev ê çend bajarên din de, Balyozxaneya Amerîkayê ya Kêvê ji welatiyên amerîkî xwest ku demildest terka Ukraynayê bidin. Li gorî zanyariyên dawî heta niha 11 sivîl di encama êrîşa Rûsyayê de hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Kîevê bi daxuyaniyeke nivîskî hişyarî da welatiyên xwe û ragihand, Rûsya di serî de li Kîevê, êrîşî gelek jêrxane û avahiyên giştî yên li bajêr kiriye ku ev êrîş li ser jiyana sivîlan jî metirsiyê çêdike.

Balyozxaneyê diyar kir: "Divê welatiyên Amerîkayê li cihên ku lê ne, xwe li dereke ewle veşêrin û dema ku derve ewle bû bi rêya bejahiyê bilez ji Ukraynayê derkevin.”

Êrîşa Rûsyayê ya ser Kîev û bajarên navendî yên Ukraynayê rastî bertekên welatên ewropî hat ku piştî êrîşa Ukrayna ya ser pira Kereç a Kirimê ew êrîş hatiye kirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî bi daxuyaniyekê ragihand, heger êrîşên Ukrayna dewam bikin, ew dê bersivên hîn tundtir bidin.

Pûtîn gotiye, wan li ser pêşniyara Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê û bi plansaziya Serfermandariya Giştî êrîşeke mezin a bi çekên dûravêj li dijî tesîsên enerjî, artêş û ragihandinê yên Ukraynayê pêk aniye ku ew jî bersiva hewldanên Ukraynayê yên êrîşan bûye.