Pistî Amerîkayê Kanadayê jî ji bo Iraqê hisyarî da...
PeyamaKurd - Hikûmeta Kanadayê piştî êrîşên ser baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, hişyarî da welatiyên xwe ku geşta Iraqê nekin û ji hemû awayên çûna Iraqê dûr bisekinin.
Hikûmeta Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber berdewamiya hevrikiyan, pêşbîniya bûyeran û derfeta çêbûna rewkeşe ewlehiyê ya metirsîdar, geştên Iraqê nekin.
Herwiha balyozxaneya Kanadayê ya Iraqê jî hişyarî da welatiyên xwe yên ku li Iraqê ne û got, dibe ku rewşa ewlehiyê ya Iraqê xirab bibe.
Hikûmeta Kanadayê daye zanîn ku metirsiya êrîşên moşekî û terorsitî li Iraqê heye û metirsî heye, avahiyên hikûmetê, perestgeh û cihên olî, balafirxane û cihên din ên veguhastinê, hêzên Iraqî, kombûnên li cihên giştî û cihên giştî yên ku biyanî gelek serdana wan dikin, bibin armanca êrîşan.
Hêjayî gotinê ye, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî hişyarî dabû diplomatkar û welatiyên xwe ku bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê geştan nekin û divê karmendên nepêdivî yên balyozxaneya Amerîkayê ji Iraqê derkevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin