Rojava | Amerîkayê pistî êrîsa ser Hewlêrê sewqîyata leskerî zêde kir!

16 March 2022 16:27 0 dîtin
Rojava | Amerîkayê pistî êrîsa ser Hewlêrê sewqîyata leskerî zêde kir!

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên medyayî Amerîkayê piştî êrîşa bi moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de, sewqiyat û teqwiyeya leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê zêde kir.

Hêzên Amerîkayê piştî êrîşa 13ê Adarê ya moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de, hêzên teqwiye yên leşkerî şandin baregehên xwe yên li parêzgeha Hesekê û kêlgehên petrolê yên Dêrazorê.

Li gorî çavkaniyên medya Tirk, karwaneke ji bi dehan barhilgiran pêk dihat di navbera rojên 14-15ê Adarê de ji ser deriyê Tenefê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye û gihîştiye baregeha Rimêlan a li Hesekê.

Hatiye ragihandin ku di karwana ku bo herêmên kontrola HSDê hatiye şandin de, 150 barhilgir, zêdetirî 20 wesayîtên Humvee, tankêrên sotemeniyê û cebilxane hebûn.