Di êrîsa ser Hewlêrê ya Îranê de ti navendeke Amerîkayê zirar nedîtiye
PeyamaKurd - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser êrîşa moşekî ya Supaya Pasdaran a Îranê bi ser Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê got: “Em êrîşên vê dawiyê yên tund û bêbihane yên Îranê li dijî sivîlên Herêma Kurdistanê û êrîşên dronî yên berdewam li seranserê herêmê bi tundî şermezar dikin.”
Konsulxaneya Amerîkayê sersaxî da malbatên qurbaniyan û ji birîndaran re jî hêviya selametiyê kir.
Konsulxaneya Amerîkayê diyar kir: “Em binpêkirina eşkere ya Îranê li ser serweriya Iraqê şermezar dikin û li hember wan hemû nûçeyên derew ên ku di medya û torên civakî de belav dibin, em dixwazin zelal bikin ku di êrîşên Îranê yên di 15ê Çile de, ti navendeke Amerîkayê zirar nedîtine.”
Hêjayî gotinê ye, di êrîşa bi dron û moşekên balîstîk a Îranê bi ser Hewlêrê de, keça 11 mehî Jîna ya karsaz Pêşrew Dizeyî jî di nav de 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata karsaz Pêşrew Dizeyî bûn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî êrîş bi tundî şermezar kiribûn û piştgiriya xwe bo Herêma Kurdistanê diyar kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin