Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala êrîsa Amerîkayê li ser Îranê

30 January 2024 18:52 0 dîtin
Ji Rûsyayê daxuyaniya îhtimala êrîsa Amerîkayê li ser Îranê

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov, li ser egera bersiva Amerîkayê ya êrîşa ser bargeha li sînorê Urdin-Sûriyê ku leşkerên Amerîkî tê de hatibûn kuştin, daxuyanî da û got ku ew êrîşeke bersivê ya li ser Îranê bi erênî pêşwazî nakin.

Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re ragihand, pêwîste li herêmê gavên kêmkirina rageşiyê bên avêtin û wiha axivî:

“Em di wê baweriyê de ne, rageşiya li herêmê gihîştiye asteke metirsîdar. Niha dema avêtina gavên kêmkirina rageşiyê ye. Bi taybetî jî yekane tişta ku rê li ber berfirehnebûna şer û pevçûnan li Rojhilata Navîn bigre ev e. Ev ji bo me gelekî girîng e.”