Pistî êrîsa Rûsyayê Tirkiye û Amerîkayê pêwendî danîn

04 September 2018 21:35 0 dîtin
Pistî êrîsa Rûsyayê Tirkiye û Amerîkayê pêwendî danîn

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê li gel hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo axivî. Mijara gotûbêja herdu aliyan rewşa Idlib û Minbicê bû.

Piştî ku firokeyên Rûsyayê li Idlibê pêgehên opozîsyona Sûriyê kirin amanc, trafîka dîplomasî ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê jî bileztir bû.

Hat ragihandin, ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro bi rêya telefonê peywendî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axivî.

Medyaya Tirkiyê da zanîn, ku daxwaza vê hevpeyvînê ji Pompeo hatiye û herdu aliyan behsa rewşa Sûriyê, geşedanên dawîn ên li Idlib û Minbicê gotûbêj kirine.