Amerîkayê ji bo êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

17 March 2022 15:23 0 dîtin
Amerîkayê ji bo êrîsa Îranê ya ser Hewlêrê bang li Neteweyên Yekbûyî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê ji ber êrîşa bi 12 moşekên balîstîk a 13ê Adarê bi ser Hewlêrê de, bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar bike.

Herwiha Amerîkayê daxwaz kir ku NY li ser vê mijarê civîneke taybet li dar bixe ku welatên Albanya û Îrlandayê jî piştgirî dan vê banga Amerîkayê.

Nûneratiya Amerîkayê ya li Netewên Yekbûyî ji ber êrîşa moşekî ya 13ê Adarê li ser Hewlêrê, li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand, Washington daxwaza civînekê ji  Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye ku ew êrîşa 13ê Adarê ya ser Hewlêrê bê hincet bû û maleke xelkê sivîl li hewlêrê armanc kiriye

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Îro Amerîka bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşa moşekî ya Îranê ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar bike. Ev êrîşa nerewa û bê sedem a li ser niştecihekî sivîl li Hewlêrê binpêkirineke hovane bû li ser serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê.”

Herwiha hatiye diyarkirin: "Divê endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê şermezar bikin, ji Îranê hesab bipirsin û piştgiriyê bidin demokrasî û serweriya Iraqê."

Li aliyê din nûnertiya Îrlandayê ya Neteweyên Yekbûyî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Îro Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên êrîşa moşekî ya 13ê Adarê li ser Hewlêrê gotûbêj kir û ev êrîş şermezar kir. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên hevxemiya xwe bi gelê Iraqê re nîşan da û piştevaniya xwe ya tam ji bo serwerî û yekperçebûna axa Iraqê dûpat kir. Aramiya Iraqê ji bo aramiya herêmê pir girîng e."