Zêbarî banga parastina Kurdistanê li Amerîkayê kir: Li pist êrîsa Hewlêrê hêzên mezin hene!
PeyamaKurd - Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî piştî êrîşa şeva borî ya moşekî bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de got, ew êrîşa ku li dijî Hewlêrê hatiye kirin, nabe biçûk were dîtin û yên ku êrîş kirine jî bi piştevaniya hêzên mezin ew kar kirine. Zêbarî herwiha bang li Amerîkayê jî kir ku Washington bilez parastina Kurdistanê bixe bernameya xwe.
Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê, Babekir Zêbarî ragihand, “Êrîşa şeva borî gelek tişt derxist holê. Ew êrîş bi drone hatiye kirin û drone jî bi kamerayên pêşketî hatiye bikaranîn. Bi wan kamerayan hedefa xwe baş dîtine û êrîş kirine. Ev kar bi çend kesan nayê kirin belkû bi piştevaniya hêzên mezin û bi derfetên bihêz tê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta Kurdistanê pêwendî bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kirin. Eger pêşiya wan êrîşan neyê girtin û ew komên çekdar venekişin dê rewş xirabtir bibe.”
Babekir Zêbarî got, Amerîka di pileya yekem de li hember vê rewşê berpirsiyar e û bang li Amerîkayê kir, ji ber ku li derveyî sînorên Kurdistanê êrîş hatiye kirin. Armanca wê jî têkdana aramiya Kurdistanê ye, ji ber wê jî divê bilez Washington parastina Kurdistanê bixe destpêka plan û bernameyên xwe.
Şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, divê demildest rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bicih were û komên çekdar ji nav Kurdistanê derkevin. Divê mekanîzmek were dîtin da ku metirsî li ser Kurdistanê nemîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin