Berpirsên NY banga parastina sivîlên Rojavayê Kurdistanê ji êrîsan kirin

21 August 2022 15:16 0 dîtin
Berpirsên NY banga parastina sivîlên Rojavayê Kurdistanê ji êrîsan kirin

PeyamaKurd – Berpirsên Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser zêdebûna êrîşên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê ku bi rêya dronan û dibin sedema kuştina sivîlên bêguneh, daxuyanî dan û banga parastina sivîlan ji êrîşan kirin.

Koordînatorê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Imran Xan, Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî ji bo krîza Sûriyê Muhemed Hadî û Rêvebira Herêmî ya UNICEF bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Adele Khader, bi daxuyaniyekê dilgiraniya xwe ya kûr derbarê berdewamiya tundûtûjiyê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev karesatên metirsîdar li navçeyên Sûriyê careke din nîşan didin ku sivîl ku piraniya wan jin û zarok in dibin qurbaniyên şer û tundûtûjiyan.”

Berpirsên NY daxwaz ji aliyan kirin ku hemû tedbîran werbigirin ji bo kêmkirina ziyanan li ser sivîlan û pabendî parastina sivîlan bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di dema dawî de êrîşên artêşa Tirkiyê li ser deverên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî ragihandibû: “Piştî hevdîtinên demên dawî yên Erdogan ên ligel aliyên herêmî û navdewletî, asta êrîşên wê yên li  ser navçeyên me zêdetir bûne. Ji ber vê yekê gelek welatiyên sivîl, serkirde û şervanên HSDê hatine kuştin.”

Herî dawî, li nêzîkî baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya Hesekê di encama êrîşeke dronê ya Tirkiyê de bi ser dibistana zarokên keç de, 4 zarok hatibûn kuştin û hejmarek din jî birîndar bûbûn.