Ji bo Efrînê û Rojavayê Kurdistanê 8 rêxistinan banga alîkariyê kir
PeyamaKurd - 8 rêxistin û saziyên mirovî û mafnasiyê ji bo hawarçûn û alîkariya xelkê herêma Efrînê û Rojavayê Kurdistanê ku bandoreke mezin ji erdheja Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dîtine, bang li civaka navdewletî kirin.
Di bangewaziya hevbeş de, 8 rêxistin û saziyên mirovî bang li hikûmet, rêxistin û desteyên navdewletî kirin ku di demeke herî zû de bi hawara xelkê Efrînê û navçeyên din de biçin û tiştê pêwîst ji bo rizgarkirina xelkê ketine ber erdhejê bikin.
Rêxistinan da zanîn ku hikûmeta Sûriye û Tirkiyê ti alîkariyê pêşkêş nakin û bi erkê xwe yê mirovî ranabin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî bi bangewaziyekê daxwaz ji hemû hêz û rêxistinên navdewletî kir ku bi hawara xelkê Efrînê ve biçin û alîkariyê bigihînin wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin