Parlamana Kurdistanê civiya: Li dijî êrîsan banga parastina hevpar kir
PeyamaKurd - Parlamana Kurdistanê, bi rojeva taybet a êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê civiya. Parlamenteran li dijî êrîşên Tirkiyeyê banga parastina hevpar li hêzên navneteweyî kir.
Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi rojeva taybet a êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ku di roja 7emîn de didome civiya.
Civînê saet di 11.00'an de dest pê kir. Hemû partiyên li parlamanê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê nirxandin kirin.
BANGA PARASTINA HEVPAR
Parlamenteran bertek nîşanî êrîşan dan û bal kişandin ser yekitiya neteweyî. Parlamenteran di axaftinên xwe de li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê banga parastina hevpar li hêzên navneteweyî kirin.
Piştî axaftinên berdevkên partiyan tê çaverêkirin ku parlamento li dijî Tirkiyeyê hewlestekê diyar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin