Sandeke Parlamemana Kurdistanê bi serokê Parlamana Koreya Basûr re civiya
PeyamaKurd - Şandeya Parlamana Kurdistanê bi serok û hejmarek endamê Parlamentoya Koreya Başûr re civiya.
Şandeya Parlamana Kurdistanê 30.09.2019ê bi serokatiya cîgirê serokê Parlamana Kurdistanê Hêmin Hewramî û herwiha serokê fraksiyona PDKê Umêd Xoşnaw, serokê fraksiyona YNKê Cemal Hewêz li ser vexwandina fermî serdana Koreya Başûr kirin.
Îro Çarşemê (02.10.2019) şandeya Parlamana Kurdistanê li gel serokê Parlamana Koreya Başûr Moon Hee Sang û hejmarek parlamenterên wî welatî civiyan.
Hêmîn Hewramî li ser hesabê xwe yê Facebookê de ragihand, daxwaz li Parlamana Koreya Başûr kirine ku hikûmeta welat teşfîq bikin bo kûrkirina peyvendiyên navbera Seul û Hewlêrê.
Şandeya Parlamana Kurdistanê herwiha daxwaza razandina sermaye û hilberîna zêdetir a şîrketên Koreya Başûr li Kurdistanê kir.
Hemahengiya Parlamana Kurdistanê û Koreya Başûr û veguhestina ezmûnên yasadanîn û karên lijneyên Parlamentoyê, mijarên din ên wê civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin