Serokê Herêma Kurdistanê, sandeke Amerîkayê pêswazî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya şandeke Amerîkayî kir. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên dualî û rewşa siyasî ya herêmê guftûgo hatiye kirin.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî, şanda bi Serokatiya Alîkara Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor qebûl kir.
Hat diyarkirin ku di civînê de li ser pêşhatên dawî yên ewlekarî û siyasî yên Iraq, Kurdistan û deverê û mekanîzmaya çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.
Her wiha hat zanîn ku Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku çareseriya bingehîn a kêşeyan, dabînkirina ewlekarî û aramiya Iraqê, girêdayî cîbicîkirina rast a pergala federalî ye û hat diyarkirin ku şanda mêvan jî li ser vê nêrînê ligel Serokê herêmê hemfikir bûye.
Li gorî hat zanîn, şandê piştevaniya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo çareserkirina kêşeyên heyî û handana Hilberînerên Amerîkî ji bo zêdetirkirina karûbarên xwe li Iraq û Kurdistanê diyar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin