Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê re civiya

17 June 2022 09:29 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê re civiya

PeyamaKurd –  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski re, li ser proseya siyasî û geşedanên li Iraqê civînek li dar xistin.

Li gor Serokatiya Herêma Kurdistanê do diyar kir, 16ê Hezîrana 2022yan Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Serokatiyê da zanîn, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Alina Romanowski kir û hêviya serkeftinê jê re xwest, herwiha kurteyek li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî ya li welat û derbasbûna ji vê rewşê, pêşkêş kir.

Di berdewamiya hevdîtinê de pêwendiyên Amerîka yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li daxwaza dualî ya ji bo pêşvebirina pêwendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş kirin, bi taybetî di warê veberhênan û sermayeguzariya Amerîkayê de li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Herwiha hat eşkerekirin, her du alî hevnêrîn bûn li ser wê yekê ku divê hêz û aliyên Iraqî bi hev re bixebitin û alîkar bin ji bo dîtina rêyeke çareseriyê ya derketina ji xitimîn û rûbirûbûna astengiyan û dabînkirina aramî û seqamgîriya siyasî û ewlehiyê li welat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir, guherîna keşûhewayê û bandorên wê yên li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê û çawaniya rûbirûbûna rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, beşeke din a hevdîtinê bû.

Herî dawî di civînê de her du aliyan bal kişandin ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên teror û têkoşîna li dijî DAIŞê, rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê girîngiya hevbeş. Balyozê Giştî yê Amerîkayê Robert Palladino jî di hevdîtinê de amade bû.