Balyoza Amerîkayê li ser hikûmeta nû ya Iraqê: Pêwîst e rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be
PeyamaKurd – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski li ser hikûmeta nû ya Iraqê da zanîn, pêwîst e rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be.
Li gor Balyozxaneya Giştî ya Amerîkaye li Hewlêrê diyar kir, Balyoz Romanowski di hevdîtinên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê de tekezî li pêwendiyên bihêz ê di navbera gelê Amerîka û Herêma Kurdistanê kiriye.
Romanowski eşkere kiriye: “Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya gelê Iraqê û di nava gelê Herêma Kurdistanê be û ji bo dabînkirina xizmetguzariyan û pêşvebirina rêvebirinê amade be.”
Balyozxaneya Amerîkayê destnîşan kir, Balyoz Romanowski di serdana xwe de serdana balyozxaneya nû ya Amerîkayê li Hewêrê kir û got, ev balyozxane, balyozxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê ye.
Herwiha Balyoza Amerîka Alina Romanowski diyar kiriye: “Avakirina vê balyozxaneya nû, nîşana wê yekê dide ku Amerîka çendîn pabend e bi Herêma Kurdistana Iraqê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin