Pêsewa Hewramanî: Hikûmeta Iraqê pereyê pêwîst jî nesandiye...
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, piştî ku hikûmeta Iraqê mûçeyê vê mehê yê karmendên Herêma Kurdistanê şand ragihand ku ne mafên darayî yên Herêma Kurdistanê lê pereyê pêwîst ji bo mûçeyê jî nehatiye şandin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 2yê Tebaxê di daxuyaniyekê de got: “Ji bo dabeşkirina mûçeyê pêwîstiya me bi 912 milyar dînaran heye ku ji Iraqê were. Lê belê ne ku mafên darayî nehatine şandin ew pareyê pêwîst ji bo mûçeyê jî nehatiye şandin. Tenê 598 miliyar dînar hatiye vajokirin ji bo karmendên Herêma Kurdistanê were şandin.”
Pêşewa Hewramanî da zanîn: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman daye Wezareta Darayî ku di zûtirîn demê de bernameya mûçeyan ragihîne û dest bi dabeşkirina mûçeyan bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin