Hewramanî: Sedema sereke ya koça ciwanan hikûmeta Iraqê û hebûna PKKê ye

09 November 2021 20:04 0 dîtin
Hewramanî: Sedema sereke ya koça ciwanan hikûmeta Iraqê û hebûna PKKê ye

PeyamaKurd - Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Pêşewa Hewramanî îro Sêşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand, plana birçîkirina Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, hederkirina serweta giştî û hebûna çekdarên PKKê li deverên sînorî, sedemên sereke yên koça ciwanan bo derveyî welat in.

Pêşewa Hewramanî got, zêdetirî şeş meh beriya niha wan bal kişandiye ser vê kêşeyê, lê belê Serokatiya Parlamentoyê ev mijar nexistiye bernameya kar.

Hewramanî rexne li seroka parlamentoyê jî girt ku girîngî nade mijareke wisa girîng û divê Serokê Parlamentoyê bala xwe bide vê mijarê.

Berdevkê Franksiyona PDKê destnîşan kir: “Kêşeya koçberan li Polandayê nîne, divê li vir kêşe werin çareserkirin, divê Parlamentoya Kurdistanê girîngî bide vê mijarê, her çiqas me ji Seroka Parlamentoyê daxwaz kir derfet bide me ku li ser kêşeya koçberan gotûbêj were kirin, lê derfet ji me re nehat dayîn, loma me jî rûniştina parlamentoyê boykot kir.”