Hewramanî: Bexda ji bo mûçeyan nesîne her sedeman derdixe
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir ku herçend hikûmeta navendî ya Iraqê her carê rêzê li rêkeftinan negirtiye jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dahatên neftê bêne veguhestin hemû têbîniyên li ser lîsta mûçeyan çareser kirine.
Hewramanî got: "Lê belê ew Bexda ye ku berdewam ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê neşîne sedeman derdixe pêş.”
Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragihand ku ne diyar e çima 243 milyar dînarê para mûçeyên meha Tebaxê yên Herêma Kurdistanê, ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve nehatiye şandin û diyar kir ku di budceya meha Tebaxê ya Herêma Kurdistanê de kêmasî heye û hukûmeta Herêma Kurdistanê nikare vê kêmasiyê bigire.
Pêşewa Hewramanî amaje bi wê yekê kir ku ti sedem tune ku Bexda tevahiya mûçeyê Herêma Kurdistanê neşîne û got: “Niha zêdetirî 700 milyar dînarên me hene. Eger hikûmeta Iraqê pereyê mayî jî bişîne, em ê lîsta mûçeyan biweşînin û dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tebaxê bikin."
Berdevkê Hikûmetê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şandeyeke Herêma Kurdistanê wê di çend rojên pêş de biçe Bexdayê û lîsta mûçeyên meha Îlonê radestî Wezareta Darayî ya Iraqê bike û got: “Her çend caran hikûmeta federalî rêkeftinên xwe cîbicî nekiriye jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû têbîniyên li ser lîsta mûçeyan çareser kirin. Dahatên neftê jî hatin veguhestin, lê belê ew Bexda ye ji bo neşandina mûçeyan her sedeman derdixe pêşberî Herêma Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin