Awat Sêx Cenab: Me bi Bexdayê re li ser mûçeyan li hev kir, sibe tê dabeskirin
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab eşkere kir ku wan bi Wezareta Darayî ya Federal re li hev kiriye ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê îsal bê astengî bên dayîn.
Awat Şêx Cenab îro 3yê Sibatê li Bexdayê di civîneke rojnamevanî de ragihand, ji destpêka Kabîneya Nehem ve, siyaseta hikûmeta Herêma Kurdistanê û bernameya wê, çareserkirina kêşeyên li gel Bexdayê ye. Pirsa stratejî ya Herêmê li Bexdayê û pêwîst e bi Bexdayê re wan kêşeyan çareser bikin.
Şêx Cenab got, “Xweşbextane îro ev siyaset bi hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Wezîrê Darayî yê Federal û endamên Parlamentoya Iraqê, gihîşt encamê û me karî pirsgirêka mûçeyên karmendan bo sala 2025an çareser bikin.
Wezîrê Darayî Herêma Kurdistanê da zanîn: “Dabeşkirina mûçeyan dê sibê yan du sibe dest pê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin