Kurdistan | Encûmena Wezîran daxwaz ji Bexdayê kir mûçeyan û hemû mafên budçeya 2024an bide
PeyamaKurd – Bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 10ê Tîrmehê Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya. Civata Wezîran daxwaz ji hikûmeta Federal kir, di zûtirin demê de mûçeyên hêzên pêşmerge û asayîşa Herêmê yên herdu mehên 5 û 6 bişîne, mafên din yên Herêmê ji projeyên karkirin, nûavakirin û veberhênanên ku di bernameya pejirandî ya bûdceya 2024ê ya Iraqê de hatine dabînkirin bide ku heta niha ti pereyek ji bo herêmê neşandiye.
Di xala yekem a civînê de, encama civîna hevbeş a herdu Hikûmetên Federal û Herêmê derbarê deriyên Sînorî ku di 1.07.2024 de li Bexdayê hat lidarxistin, hate gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li pêşketina hevkarî û hemahengiya aliyên pêwendîdarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federal li gor destûrê hate kirin.
Civata Wezîran piştgîriya xwe ji bo danûstankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê anî ziman û raspart ku di çarçoveya destûr û yasayên berkar, dirêjayî bi gotûbêja li gel Hikûmeta Federal bidin û lijneyeke yasayî a pispor ji bo rêkeftin li ser dariştina mekanîzmaya hemahengiya li gel damezrînerên Federalî bê avakirin, heta ku yasaya taybet bi desteya deriyên sînoran bê guhertin.
Di xala dûyem a civînê de, civata wezîran dûvdeçûn ji bo mijara mûçeyên mûçexwarên Herêmê bi awayekî giştî û bi taybet jî mûçeyên hêzên Pêşmerge û asayî jî hat kirin ku mixabin wezareta darayî ya Federal heta niha mûçeyên meha 5 û 6ê xerc nekiriye, rexmê ku lîsteya mûçeyên hêzên pêşmerge ji tîma hevbeş ya herdu dîwanên çavdêriya darayî ya Herêmê û hikûmeta Ferderal re hatiye pêşkêş kirin bo kontrol û lêkolînê, wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab di wê derbarê de raporteke berfireh pêşkêş kir.
Di beşeke din a civînê de, pêşketinên dawî yên mijara kontrol û lêkolîna tîmên hevbeş yên herdu diwanên çavdêrî a darayî ya Herêmê û Federal hatin gotubêjkirin û tekezî li berdewamiya asankirina wezaretan ji bo proseya dûvdeçûnê, herwiha li ser karên tîma hevbeş a herdu Hikûmetên Herêm û Federal li ser proseya hevbeş ya yekxistina rêkarên darayî û rêkarên komkirina bacê di navbera herdu Hikûmetan de, bi berçavgirtina desthilatên destûrî û pêşxistina ciherengkirina çavkaniyên darayî gotubêj kirin.
Civata Wezîran tekîd li ser helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze çareseriya rasteqîne a tevahiya mijarên hilawistî yên di navbera herdu Hikûmetên Herêm û Hikûmeta federal di vî warî de, saziyên herêmê pêbendiyên xwe bicih anîne û erkê Hikûmeta Federale ku mafên Herêma Kurdistanê weke navçeyên din yên Iraqê bide û êdî şandina mûçeyan dereng nekeve.
Civata Wezîran daxwaz ji hikûmeta Federal dike ku her çi zûtir mûçeyên hêzên pêşmerge û asayîşa Herêmê a ji bo herdu mehên 5 û 6 bişîne, Herwiha daxwaz dike ku mafên din yên Herêmê ji projeyên karkirin, nûavakirin û veberhênanên ku di bernameya pejirandî ya bûdceya 2024ê ya Iraqê de hatine dabînkirin bide, lê heta niha ti pereyek ji bo herêmê neşandiye û ji destpêka sala 2024ê ve jî, Herêma Kurdistanê beşa gencîneya Federalî ji dahatên ne petrolên Herêmê bi kaş ji Wezareta Darayî ya Federal re şandiye û lîsteyên mûçeyên mehane û bîlançoya çavdêriya mehane ya dahat û xerciyên hemû wezaretan bi awayekî şefaf û zelal ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin