Encûmena Wezîran 'ji bo budçe û mafên destûrî' daxwaza yekrêziyê li fraksiyonên Kurdistanê kir

07 June 2023 19:17 0 dîtin
Encûmena Wezîran 'ji bo budçe û mafên destûrî' daxwaza yekrêziyê li fraksiyonên Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Piştî civîna îro 7ê Hezîranê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxuyaniyek hat belavkirin û hat gotin, ew piştevaniya rêkeftina navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ya li ser budceyê dikin û ji fraksiyonên Kurdistanî daxwaz hat kirin, berevaniya mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê bikin.

Di civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêk hat de, destpêkê Serokwezîr ronahî xiste ser pêşhateyên herî dawî yên projeyasaya budçeya Iraqê bo sala 2023-2025 û mijara hewlên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di çarçoveya wê rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Encûmena Wezîran piştevaniya xwe ji bo rêkeftina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a li ser budceyê dûpat kiriye ku encama gotûbêjeke sift û li ser bingeha yasayî û zanistî û dadperwerane bû, loma dakokiyê li desteberkirina mafên destûrî û heqên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê daxwaz ji hemû fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê kir ku bi hevahengî û ji bo yekrêziyê, berevaniyê li mafên destûrî û heqên darayî yên Herêmê di nav projeyasaya budçeya Iraqa Federal de bikin.

Herwiha Encûmena Wezîran bi boneya hilbijartina wek Serokomarê Tirkiyê û destbikarkirina kabîneya nû ya Tirkiyê, pîrozbahî li Recep Tayyip Erdogan û endamên kabîneya nû ya hikûmeta Tirkiyê kir û hêviya pêşveçûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li ser bingeha cirantiya baş û berjewendiyên hevbeş anî ziman.