Encûmena Wezîran budçe, tenduristî û rewsa aboriya Kurdistanê gotûbêj kir
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo gotûbêjkirina li ser budçeya federalî û ya Herêma Kurdistanê civiya.
Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê Şanda danûstandinan ligel Hikûmeta Federalî dawî pêşhat û riya gufûgoyên li ser pirsa bûdceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya sala 2021an pêşkêş kirin. Tekezî li wê kir ku di danûstandinan de berdewam bin û niha amadekariyeke baştir ji bo çareserkirina vê babetê heye.
Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Şêx Ceneb û Wezîrê Plandananê Dara Reşîd di civînê de, bal kişandin ser amadekarîyên vê dawîyê yên projeyasya bûdceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021 a û da xuyakirin, piranîya daneyên wezaretan amade bûne ji bo budceyeke şefaf û realist were amadekirin.
Wezîrê Plandanînê reşnivîsa projeya peyrewa hevbeşîkirina di navbera sektora giştî û sektora taybet li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û piştî nîqaş û guftûgokirinê, ew peyrew hat pesendkirin.
Di beşeke din a civînê de, reşnivîsa yasaya Wezareta Elektirîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat pesendkirin ku ji aliyê Wezîrê Elektirîkê Kemal Muhemmed Salih ve hatibû pêşkêşkirin.
Piştre Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Saîd dilniyayî li ser berdewambûna perwerdehiyê da, bi mercê berçavgirtina rêkarên tendirustiyê, ji bo parastina û selametî û jiyana xwendekar, mamoste, karmendên perwerdeyê û navendên perwerdeyê.
Piştre Wezîrê tendirustiyê Saman Berzincî reportek li ser nifşê nû yê vîrûsa Koronayê û pilana wezareta wî derbarê rêkarên tendirûstiyê ji bo rûbirûbûna vê cureyê guhartî yê vîrûsê pêşkêş kir
Encûmena Wezîran spasî li Wezareta Tenduristî û wezaretên pêwendîdar ên din kir û di heman demê de wezaret û fermangehên hikûmî raspardin ku rêkarên parastinê û rênimayên tendirûstî li ber çav bigirin. Daxwaz ji welatiyan jî kir, hevkarê cibicîkirina pilan û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, da ku rêgiriyê li belavbûna nifşê nû yê vîrûsa Koronayê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin