Encûmena Wezîran biryar da sandekê bisîne Bexdayê

11 December 2024 19:26 0 dîtin
Encûmena Wezîran biryar da sandekê bisîne Bexdayê

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Wezareta Darayî û Aborî raspard ku piştî hatina pereyên din ji Bexdayê ji bo temamkirina mûçeyan, yekser dest bi dabeşkirina mûçeyan bike. Herwiha wê hefteya bê jî şandeke Herêma Kurdistanê ji bo budçeya 2025ê serdana Bexdayê bike.

Encûmena Wezîran îro Çarşemê 11-12-2024an bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, ronahî hate xistin ser dawî guhartin û pêşhatên rewşa niha ya Sûriyeyê. Di vê derbarê de, Serokwezîr û endamên Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kirin ku Herêma Kurdistanê xwe ji her nakokiyên herêmî û navdewletî dûr dixe û weke her car, ew faktora aştî û aramiyê li navçeyê dimîne û xwazyar e baştirîn peywendiyan wê li gel welatên cîran hebe li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş.

Di beşa yekem a civînê de, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Umêd Sebah raportek li ser dawî pêşhatên derbarê mûçe û sererastkirina yasaya bûdceya federalî pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi baştirîn şêwe erkên xwe cîbicî kirine û berdewam e li ser hewlên xwe digel hikûmeta federal bo dabînkirina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Di vî warî de, em çaverê ne ku hikûmeta federal di çend rojên bê de hemû mafên darayî yên meha Cotmeh, Mijdar û Berçile bişîne, da ku di zûtirîn dem de mûçe bên dabeşkirin ku mixabin ji ber tedbîrên Wezareta Darayî ya Federal, her çend em niha di meha Berçile de ne û li navçeyên din ên Iraqê karmend mûçeya meha Berçile werdigirin, lê heya niha mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê yên mehên Cotmeh û Mijdarê wenegirtine. 

Encûmena Wezîran daxwaz ji Encûmena Wezîran kir ku li gorî madeya 60 ya yasaya bûdceya Iraqê, di civîna bê de ku biryar e sibe were lidarxistin, kêmasiya mûçeyan çareser bike.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pêşwaziyê li hemû hewlên li ser asta federal û herêmî ji bo çareserkirina pirsa mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê dike.

Encûmena Wezîran Wezareta Darayî û Aborî raspard ku piştî hatina her pereyê din ji Bexdayê, yekser dest bi dabeşkirina mûçeyan bike.

Herwiha biryar e heftiya bê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo şopandina pirsa sererastkirina bûdceya federalî û nexşeyên darayî yên girêdayî yasayê bo sala 2025an, serdana Bexdayê bike.

Di beşeke din a civînê de jî raporta Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf a li ser rewşa pêkhateyan û pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê hat pêşkêşkirin.

Encûmena Wezîran pabendbûna Herêma Kurdistanê bo parastin, berevanîkirin û pêşxistina mafên pêkhateyên olî û neteweyî û rewşa pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê tekez kir.