Encûmena Wezîran biryar da: Sala nû ya xwendinê online dest pê dike

02 September 2020 16:42 0 dîtin
Encûmena Wezîran biryar da: Sala nû ya xwendinê online dest pê dike

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 2yê Îlonê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser mijara sala nû ya xwendinê ya 2020-2021ê civiya.

Di civînê de biryar hat dayîn ku werza yekem a sala nû ya xwendinê ji ber rewşa metirsîdar a koronayê bi awayekî online dest pê bike (ji bilî qonaxa duwazdeh a amadehiyê).

Di destpêka civînê de, her yek ji Wezîrê Perwerde Alan Heme Seîd û Serokê Fermangeha Hevhengî û Pêdaçûnê Ebdulhekîm Xesro (li şûna Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî) raporteke berfireh derbarê çawanî û eger û bijardeyên destpêkirina sala nû ya xwendinê bi berçavgirtina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyê pêşkêş kir.

Piştre Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî nirxandinek derbarê rewşa tenduristî ya niha ya Herêma Kurdistanê û amarên nexweşiya Korona (COVID-19) û pêşhat û egeran pêşkêş kir.

Piştî guftûgokirina hemû egeran û bi sedema berdewamiya belavbûna vîrûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê û ji bo berdewamiya proseya xwendin û fêrkirinê û parastina xwendekarên Herêma Kurdistanê û li ser pêşniyara wezaretên pêwendîdar, Encûmena Wezîran biryar da, werzê yekem ya sala nû ya xwendinê 2020 – 2021 bi awayê xwendina eliktironî destpê bike (ji bilî qonaxa diwazdeha amadehiyê) û wezaretên pêwendîdar jî raspard di çarçoveya desthilatên xwe de rênima û amadekariyên pêwîst bikin bo ragihandina rojmêra werzê yekem ê xwendinê li tevahiya navendên xwendinê û diyarkirina roja destpêkirina sala nû ya xwendinê bi awayê eliktironî.

Encûmena Wezîran tevî tekezkirina li girîngiya pabendbûna welatiyan bi rênimayên xweparêziya ji Koronayê ku mixabin di belavbûnê de ye, Wezareta Tendirustiyê jî raspard ku rênimayên tendirustiyê wê derbarê de rêk bixe û bi hevahengiya ligel Fermangeha Medya û Zanyariyan berdewam bin di hilmetên hişyarkirinê yên xweparêziyê û Wezareta Darayî û Aborî û Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran jî raspardin, kar bikin ji bo dabînkirina pêwîstiyên darayî ji bo vê proseyê bi hevahengiya her du wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî.