Ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê biryara rakirina gumrikê û dema dayîna mûçeyan...

06 April 2022 20:10 0 dîtin
Ji Encûmena Wezîran a Kurdistanê biryara rakirina gumrikê û dema dayîna mûçeyan...

PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Nîsanê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya. Encûmena Wezîran di civîna îro de biryar da, bi raspardina Wezareta Darayî û Aborî dayîna mûçeyên meha Adarê di roja yekşemê 10ê Nîsanê de dest pê bike. Herwiha biryar hat dayîn ku ji bo du mehan gumrik ji ser pêwîstiyên sereke yên jiyanê were rakirin.

Piştî civîna ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû hat ragihandin, di destpêkê de kurteyek derbarê serdana hefteya borî ya şanda Herêma Kurdistanê bo Îmarata Erebî û beşdarîkirina li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay û civîn û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên Îmaratê û rayedarên welatan di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ji aliyê Serokwezîr ve hat pêşkêşkirin.

Hat diyarkirin, di hevdîtin û civînan de helwesta Herêma Kurdistanê li ser guhertin û pêşhateyên Iraq û navçe û cîhanê, bi taybetî derfetên pêşxistina sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê, herwiha yadaştek li ser hevfêmkirina ligel dewleta Îmaratê hat îmzekirin ji bo pêşvebirina şiyana mirovî û pêşxistina saziyên Hikûmeta Herêmê û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftina Îmaratê di warê hikûmeta elektronîk û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de.

Di civîna Encûmena Wezîran de behsa rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser karê ewil û niha yê hikûmetê hat kirin, dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, ji vî alî ve jî, ti car Hikûmeta Herêmê xebata li ser dayîna mûçeyan di dema xwe de, texsîr nake.

Piştî pêşkêşkirina datayên li ser dahata petrol û dahata navxwe ya wezaret û saziyên Herêma Kurdistanê di meha Adara borî de, Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina Wezareta Darayî û Aborî bi destpêkirina dayîna mûçeyên meha Adarê di roja yekşemê 10ê Nîsanê de.

Di beşa duyem a civînê de gotûbêj derbarê amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna guhertinên aboriyê yên çaverêkirî yên şerê Rûsya û Ukraynayê de hat kirin, bi taybetî di warê hawirdekirina genim û berhem û pêwîstiyên sereke yên xurekan, Encûmena Wezîran tekezî li girîngiya amadekariya aliyên pêwendîdar ên hikûmetê kiriye ji bo pêkanîna rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina pêwîstiyên sereke yên xurekan, da ku bargiraniya tunebûna berhemên xurekan yan giranbûna wan li ser welatiyan dirust nebe.

Ji bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran pêşniyara wezaret û aliyên pêwendîdar pesend kir derbarê rakirina gumrigê bo 2 mehan li ser berhem û pêwîstiyên sereke yên xurekan, weke; ard, birinc, zeytê xwarinê, rûnê cemidandî yê giya û ajalan, çaya reş, şekir, nok, nîsk, baqle, lobya, fasûlye, şîrê zarokan bi hemû cûreyên xwe ve.

Di heman demê de Encûmena Wezîran tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya piştevanîkirina berhemên navxweyî jî didomîne.