Encûmena Wezîran a Hikûmeta Kurdistanê çend mijarên girîng gotûbêj kir
PeyamaKurd – Di civîna îro roja 22yê Mijdarê ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê de ku bi seroktiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk hat de, çend biryarên nû hatin wergirtin.
Piştî civînê hate ragihandin, di beşa yekê ya civînê de, Serokê Civata Rajeya Giştî Sîrac Barzanî raportek li ser mîlaka giştî û hêza kar ya kertê giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hejmar û zanyarên hûr li ser vê mijarê û pêşniyar û çareseriyên pêdivî pêşkêş kir, bi merema dezgehkirina piroseya damezrandinê li kertê giştî, bi liberçavwergirtina peykerê kargêrî û birêvebirina pêkhata wezaret û dezgehên Herêma Kurdistanê.
Pêşniyar û raspardeyên pêdivî ji bo rêkxistina mîlak û wezîfeyên giştî bi rengekî zansitî di çarçoveya qanûnên berkar de hatin pêşkêşkirin ku dê bandoreke erênî li ser kertê wezîfeya giştî hebe.
Piştî raportê Serokê Civata Rajeya Giştî encamê proseya hûrbîniyê ya hevpar a dîwana çavdêriyên darayî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser mîlakên giştî berçav kir û amaje da ku tevaya xişte û zanyar û hejmaran ji bo tîma hevpar a hûrbîniyê berçav kirin. Herwesa piştî hûrbîniyê, xişteyê mûçexurên Herêma Kurdistanê pêşkêşî Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin ku pêngaveke giring e ber bi dabînkirina mafên darayî yên mûçexuran.
Piştî danûstandinan, Civata Wezîran çend pêşniyar û raspardeyên Civata Rajeya Giştî pejirandin pêxemetî zêdetir dezgehkirina kertê wezîfeya giştî û hêza karî li dezgehên Herêma Kurdistanê. Herwesa tevaya wezaretan jî raspartin ku ji bo bicihanîna wan biryaran arîkariya Civata Rajeya Giştî bikin. Fermangeha Hevahengiyê û Lidûçûnê jî ji bo peydakirina hevahengiyê ji bo vê meremê raspart.
Di beşeke din de danûstandin li ser bicihanîna çend made û bendên din ên qanûna çaksaziyê di warê xanenişîniyê de hatin kirin ku ji aliyê Sikirtêrê Lijneya Bilind a Bicihanîna Qanûna Çaksaziyê Ebdulhekîm Xesrew hatibûn berçavkirin.
Encûmena Wezîran girîngiya berdewamkirina bicihanîna qanûna çaksaziyê ku proseyeke stratejî ya berdewam e ber bi rêkxistina wezîfeya giştî û xanenişîniyê li Herêma Kurdistanê bi rêya peydakirina dadperweriyê û hejîbûna mifawergirtina ji budçeya giştî, di heman demê de tekezî li ser girîngiya bicihanîna vê qanûnê kir ku ermanc wê mafên mûçexuran e ku divê mafên wan parastî bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin