Encûmena Wezîran a Kurdistanê dicive: Mûçe û serdana DYAyê tê nirxandin

13 March 2024 15:11 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Kurdistanê dicive: Mûçe û serdana DYAyê tê nirxandin

PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro civîna xwe ya asayî pêk tîne.

Jêderên dîplomatîk ên nêzîkî hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandin ku wê di civînê de serdana şanda Herêma Kurdistanê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku bi peyebilinden vî welatî re civînên gring pêk anîbû bê nirxandin.

Hate gotin ku wê di civîna asayî de Serokê Desteya Destpakiyê rapora “Stratejiya niştîmanî ya li dijî gendeliyê ya Herêma Kurdistan û Iraqê" pêşkêşî encûmenê bike û wê ev rapor bihê nirxandin.

Jêderan her wiha dane zanîn ku wê babetên girêdayî pirsgirêka mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê jî di civînê de bêne gotûbêjkirin û Wezîrê Darayî wê pengav û rêkarên dawî yên wezareta xwe û aliyên pêwendîdar ên di derbarê vê mijarê de jî di civînê de bêne nîqaşkirin.