Encûmena Wezîran bi rojeva destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê dicive

11 October 2023 17:19 0 dîtin
Encûmena Wezîran bi rojeva destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo ji nû ve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de, dicive.

Ofîsa Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku Encûmena Wezîran îro bi seroktiya Serokwezîr Mesûr Barzanî û beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Hate ragihandin ku dê di civînê de, ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê û mijarên têkildarê wê bi hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê re, werin nirxandin.

Herwiha yek ji mijara din civînê jî diyarkirin û zelalkirina hejmara mûçexurên Herêma Kurdistanê ye ku di wê derbarê de, wê raporek bê pêşkeşkirin.

Hêjayî gotinê ye, ji 25ê Adara 2023yan ve li ser biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê hinardeya petrolê bi ser Tirkiyeyê de hatiye rawestandin û beriya niha Tirkiyê ragihandibû ku xeta boriyê ji bo sewqîyatê amade ye û tenê maye ku ligel Iraqê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardeya petrolê li hev bikin.