Mesrûr Barzanî bi rayedara Tirk re destpêkirina hinardeya petrolê gotûbêj kir

18 February 2025 16:38 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi rayedara Tirk re destpêkirina hinardeya petrolê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 18ê Sibatê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Berris Ekinci û şanda pê re kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, guftûgo li ser derfetên pêşxistina pêwendiyên dualî, bi taybetî di warê bazirganî û enerjiyê de hatin kirin.

Hate diyarkirin ku her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê, bi taybetî piştî pesendkirina sererastkirina yasaya bûdçeya federalî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve û derbarê lêçûnên derxistin û veguhestina petrolê de.

Herwiha li ser projeya Rêya Geşepêdana û girêdana welatên Kendavê û Iraqê bi rêya hesinî bi Tirkiye û Ewropayê re, hate gotûbêj kirin û di vê derbarê de pêwîstiya beşdariya Herêma Kurdistanê di vê projeya stratejîk de hat bibîrxistin.