Nêçîrvan Barzanî: Destpêkirina pevajoya astiyê li Tirkiyê, dê me memnûn bike”
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê di foruma ji aliyê Enstituya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERİ) de ku sponsoriya wê ji aliyê tora medyayê Rûdawê de hatibû kirin, li ser rojevê raveyan kir û got:
“Destpêkirina pevajoya aştiyê li Tirkiyê, dê me memnûn bike. Di mijarê de ji berê de tewrê me zelal e. Em bawerin ku vê pirsgirêkê di rêya şiddetê û çekan de nayê çareserkirin. Di encamê de divê Kurd di nav dewleta ku tê de ne, hewl bidin ku li ser bingeha biratiyê pirsgirêkê çareser bikin.”
Li ser pirsa xwendevanekî ku behsa dewra desthilata AKPê ya niha de ku dibêjin pêvajoyekî aştiyê ya nûh dê li Tirkiyê destpêbike, Barzanî got:
“Di wexta desthilata hukumeta niha ya Tirkiyê de di mesela Kurd de pêşdeçûnên berbiçav çêbûn. Pêngavên avêtin ne biçûkin. Berê kes nikaribû bêje ku Kurd e. Ev pirsgirêk nema. Televizyonekî Kurdî heye. Hinek gav avêtin. Van gavan dibe ji bo Herêma Kurdistanê biçûk bin li di rastiya Tirkiyê de ne wehaye, ne biçûkin.
Herêma Kurdistanê berê jî di sala 2011an de û di salên piştî wê de jî çi ket ser milên wê kir. Niha jî li Tirkiyê destpêkirina pêvajoya aştiyê wê me dilxweş bike.
Mesele mesela milletekiye. We behsa seredana min ya dawiyê ya Tirkiyê kir. Fikra me zelal e. Çareseriya mijarê ne tenê ji bo Tirkiyê, wê fêde bide temamê herêmê. Lê divê rê nedin kesên an hêzên ku naxwazin pêvajo here serî. Êrîşa ser TUSAŞê bi aramnaca ku pêvajo neçe serî hat kirin. Divê rê nedin ku derbe li pêvajoya aştiyê ya Tirkiyê bikeve.
Daxwuyaniya serokê MHPê ya Devlet Bahçeli û îro ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir, nîşan dide ku pêvajoyekî heye û me memnûn dike.”
Li ser pirsa PKKê, Nêçîrvan Barzanî got ku PKK ne tenê ji bo Tirkiyê lê ji bo Herêma Kurdistanê jî pirsgirêke û weha dewam kir:
“PKK ne ji bo dezge û saziyên Herêma Kurdistanê û ji me re qet rêz nagre. Divê PKK dest ji van tiştan berde. Eger PKK dixwaze destekê bide çareseriya siyasî ya Tirkiyê, divê dest ji van kiryaran berde û siyasetekî nûh bajo. Temamê herêmê guheriye. Defet hene ku van pirsgirêkan çareser bikin.”
Li ser çareseriya pirsgirêka giştî ya Kurd li herêmê Nêçîrvan Barzanî got:
“Li Iraqê û Herêma Kurdistanê mesela Kurd ji ya Îran, Sûriye û Tirkiyê cuda ye. Çareseriya wê ne hêsane. Lê em destekê didin ku mesele di nav wan welatan de çareser bibe. Divê Kurd di nav wan welatan de meselê çareser bikin. Çi Kurdên Îranê, Sûriyê û Tirkiyê bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin