Nêçîrvan Barzanî : Demildest destpêkirina hinardekirinê girîng e

13 November 2023 16:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî : Demildest destpêkirina hinardekirinê girîng e

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî û şandeya pê re civiya.

Du alîkarên Wezîrê Petrolê yê Îraqê û Wezîrê Samanên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herema Kurdistanê, di hevdîtinê de “rêkarên ji bo destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê” hatin gûftûgokirin.

Nêçîrvan Barzanî balê kişand ku rawestandina hinardekirina nefta Herema Kurdistanê ziyanê digihîne hemû welatiyên Iraq û Kurdistanê, loma jî demildest careke din destpêkirina hinardeyê girîng e. 

Li gor agahiyên hatine ragihandin şanda ku ji wezareta Petrolê ya Iraqê hatiye Herema Kurdistanê jî, amadebûna xwe ji bo dabînkirina pêwistiyên ji bo hinardekirin bê kirin çareserî bê dîtin diyar kirine.