Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Generalê Amerîkî kir: Destpêkirina dîyaloga stratejîk hengaveke girîng e
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Nîsanê pêşwaziya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê General John Tigert û şanda li gel wî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spasîyê pêzanîna xwe ji bo hevpeymanan ya şerê dijî DAIŞê anî ziman û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya erkê Amerîka û hevpeymanan li Iraqê ji bo nehiştina terorê kir.
Barzanî bi girîngî wergirtina metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê û hemahengiya Hewlêr – Bexda û hevpeymanan û pirkirina valahiyên emnî bi pêwîst da zanîn.
Barzanî herwiha destpêkirina diyaloga stratejiya Amerîka û Iraqê ya bi beşdariya Herêma Kurdistanê bi hengaveke girîng wesif kir ku çarçoveyeke baş ji bo peywendiyên her du alîyan destnîşan dike û wekî nexşerêyek jî dibe ji bo karên hevbeş, derfeteke guncaw jî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku sûdwergirtina ji wê diyalogê bi taybetî di warê kertê taybet û pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî de.
Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û Wezîrê Karubarê Pêşmerge û Berpirsên Serbazî yên her du aliyan amade bûn, şanda mêvan pîrozbahî li derbaskirina yasaya budceya Iraqê li Encumena Nûneran kir û hevbeşiya Pêşmerge û Hevpeymanan dûpat kirin û rola Pêşmerge û Wezareta Pêşmerge di vê derbarî de bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî derbaskirina budceyê bi hengaveke girîng ya Iraq û Herêma Kurdistanê wesif kir û tekez li ser xwesta zêdetir pêşxistina peywendiyên siyasî û aborî û serbaziyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê kir.
Nêçîrvan Barzanî spasîya hevkariyên Amerîka li şerê dijî Da’îş ya ji bo Pêşmerge û hevkarîkirina Wezareta Pêşmerge li proseya çaksaziyê da kir, her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel Bexda li ser bingeha destûr nîşan da. Li vî derbarî de çespandina sîstema federalî li Iraqê bi kilîla çareseriyê da zanîn ku li berjewendiya hemû aliyek daye.
Hilbijartinên Iraqê û bandorên lehiya nû ya Korona li ser Herêma Kurdistan û cîhanê û çend babetên din jî mijarên civînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin