Nêçîrvan Barzanî pêswazî li sandeke amerîkî kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Hewlêrê pêşwaziya şandeke amerîkî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Kordînatorê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê Joey Hood û Konsulê Giştîştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Steve Fagin re civiya.
Di civînê de mijarên wek avakirina kabineya hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, rewşa aborî, geşedanên li herêmê û wergirtina tevdîrên dirûstnebûna DAIŞê gotûbêj kirin.Şanda amerîkî tekezî li ser karên hevbeş di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir, ew jî ji bo parastina ewlekariya navçeyê.
Di hevdîtinê de şanda amerîkî di warê têkbirina DAIŞê de pesnê rola Kurdistanê da û diyar kir ku Kurdistanê pêşwazî li koçberan kiriye. Herwiha teqezî li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin