Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya sandeke Amerîkî kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya şandeke bi serokatiya Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ên Iraq û Suriyeyê General Matthew McFarlane kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa û berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge amade bûn.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku pêngavên çaksazî û çaksaziya di nav Wezareta Pêşmerge de pêşhatên dawî yên şerê li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hat gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Amerîka û hevpeymanan a ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û amaje bi wê yekê kir ku tevî astengî û pirsgirêkan, Wezareta Pêşmerge li ser proseya çaksazî, rêxistin û yekxistina Pêşmerge bi biryar e.
Her wiha hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka û welatên din ên dost jî kir ku di vê pêvajoyê de alîkarî û piştgiriya wan kirine.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di hevdîtinê de rewşa Suriye, Rojava û herêmê jî hat nirxandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin