Nêçîrvan Barzanî, pêswaziya sandeke Zanîngeha Leskerî ya Iraqê kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya şandeke Koleja Berevaniya Niştimanî ya ser bi Zanîngeha Bilind a Leşkerî ya Iraqê kir.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, êçîrvan Barzanî di civînê de ragihand ku piştî 20 salên azadiya Iraqê, divê Iraq gavên baştir ber bi paşerojê ve bihavêje û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welêt de parve bikin û beşdar bibin.
Her wiha hat eşkerekirin ku Serokê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ev, saziyeke zanistî û perwerdehî û rahênanê ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê ve ye û xwendekarên wê piledarên leşkerî, berpirs, şêwirmend û rêvebirên wezaret û saziyên hikûmetê ne û di warê berevaniyê û rêvebirinê de lîsansê distînin.
Li gorî hat ragihandin, di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên navbera sazî û dezgehên di warê berevanî û leşkerî û hemû warên din ên li tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin û bipêşxistina wan waran wekî karekî “girîng” bi nav kir.
Li gorî hat eşkerekirin, Serokê Herêma Kurdistanê bernameya xwendinê ya zanîngehê û beş û fakulteyên wê li ser prensîbên niştimanî û zanistî wekî pêwîst û erênî nirxand û got,
“Divê em sûdê ji xeletiyên berê werbigirin, bi nêrîneke zelal û bernameyeke hevbeş, gavên baştir ber bi paşerojê ve bihavêjin û hemû pêkhateyên Iraqê bi hev re di rêvebirin û avakirina welêt de beşdar bibin.”
Hat diyarkirin ku şanda mêvan, kêfxweşiyê ji bo pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya rol, gotar û nêrîna niştimanî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya li ser asta Iraqê bi giştî kir û hat zanîn ku li ser mijarên ewlehî û leşkerî jî nirxandin hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin